Serokê Herêma Kurdistanê: Em qurbaniyên jenosîda xuşk û birayên xwe yên Aşûrî bi rêzdarî bi bîr tînin

nechirvan-barzani-semel-ashori

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku qurbaniyên jenosîda xuşk û birayên Aşûrî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê nivîsî: “Îro 7ê Tebaxê bi helkefta roja şehîdên Aşûrî, em bîranîna qurbaniyên jenosîda xuşk û birayên xwe yên Aşûrî bi bîr tînin”.

Nêçîrvan Barzanî got ku 89 sal berê li Sêmêlê Aşûrî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve hatin qetilkirin. Bi vê minasebetê em tekezî li ser jiyana hevbeş û toleransê dikin.

Pustên heman beş