Di hefteyekê de dironên Tirkiyê 15 kes li Rojava Kurdistanê kuştine

rojava-turkey-drone-kurdistan-sivil-hsd-qsd-pkk

Di dema hefteyekê de balafirên bêmirov yên dewleta Tirkiyê 8 caran bombe li bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê barandine, bi tevahî 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 10\8\2022 amara êrîş û zirarên êrîşên dewleta Tirk li ser navçeyên jêr kontrola Rêveberîya Xweser eşkere kir û ragihand ku di hefteyekê de dironên Tirkiyê 8 caran êrîş encamdane, bi tevahî 15 kesan jiyana xwe bi sedemê wan êrîşan wenda kiriye û birîndar bûne.

Li gorî Nerîngeha Sûrî, du zarok di êrîşan de hatine kuştin, 7 şervanên HSDê û YPGê, her wiha 6 kesên din birîndar bûne.

Tirkiye gefa desitpêkirina êrîşeke mezin li ser Rojava Kurdistanê dike ji bo ku herêmeke ewle li wir ava bike, PKKe û baskên wê yên Rojava jî hêjan bi bilindkirina wêneyên Ocalan û diruşmeyên PKKê bêhtir îstifzaza Tirkiyê dikin û bêhtir artêşa dewleta dagîrker kêş hundirê Rojava dikin.

Pustên heman beş