HSD’ê li Sînorê Mêrdînê 23 leşker kuştin

HSD’ê li Sînorê Mêrdînê 23 leşker kuştin

Hêzên Sûriyaya demokratîk îro ragihand, wan li sînorê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, êrîşê artêşa Tirkiyê kir û 23 leşker kuştin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HSD’ê îro roja pêncşemî 11/8/2022ê ragihand, hêzên wan sê êrîş li sînorê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê encam dane û bi tevahî 23 leşker di wan êrîşan de kuştine û du leşker jî birîndar kirine.

Di daxuyaniya xwe de HSD derbarê êrîşan dibêje, her sê êrîş “li dijî wesayîtên zirxî yên artêşa Tirkiyê” hatine encamdan û diyar dike, di êrîşa yekem de 7 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 2 leşker birîndar bûne, û wesayîta zirxî jî hatiye têkbirin.

Li gor HSD’ê, di encama êrîşa duyem de 10 leşker û di êrîşa sêyem de jî 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda ragihandina HSD’ê destnîşakir, hêzên wan ev êrîş weke bersiv û tolhildanekê, hemwext di çarçoveya mafê rewa yê bersivdanê de li dijî artêşa tirkiyê encam dane.

Pustên heman beş