Girtiyê Kurd bêyî ku daxwaza wî ya dawî pêk bînin îdam kirin

iran-executions-kurd-mahdi-nourkarami

Girtiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê bêyî ku daxwaza wî ya dawî were cîbicîkirin û malbata wî hay jê hebe, hat îdamkirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, Mehdî Nurkeremî ku li bajarê Îlamê yê Rojhilatê ji dayîk bûye, roja 10ê Tebaxê li Girtîgeha Navendî ya Arakê bêyî agahdarkirina malbata wî hat îdamkirin.

Daxwaza Mehdî Nurkeremî ya ku cara dawî malbata xwe bibîne, hat redkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw diyar kir ku Mehdî Nurkeremî yê 37 salî, berî 3 salan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber bi îdamê hat mehkûmkirin.

Mehdî Nurkeremî ji ber ku di warê aborî de tengasiya wî hebû, jê re parêzer nehatibû girtin.

Girtiyê Kurd Mehdî Nurkeremî bêyî agahiya malbata xwe hat îdamkirin û ji mafê hevdîtina dawîn a bi malbata xwe re bêpar hat hiştin.

Pustên heman beş