Ji Tirkiyê û PKKê amarên şer

Ji Tirkiyê û PKKê amarên şer

Her yêk ji dewleta Tirk û rêxistina PKKê îro hinek amarên din yên zirarên canî yên hev parvekirin û li gorî wan tenê ji duh ve, 6 gerîla û 14 leşker hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên zirarên canî yên hev parvedikin, her yêk dibêje me ewqas kuştin, lê belê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev di meşînin.

Îro artêşa Tirkiyê ragihand ku 4 gerîla li Xakurkê û 2 li Metînayê ketine ber êrîşên balafiran û jiyana xwe ji dest dane.

Ji hêla xwe ve rêxistina PKKê ji duh ve kuştina 14 leşkerên Tirk ragihandiye.

Pustên heman beş