Bi hevkariya Hevpeymanan du firqeyên nû yên Pêşmerge tên pêkanîn

Di civîna di navbera Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr û Serokê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Soriya de, behsa çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge hat kirin.

Civîn ku duhî 14ê Tebaxa 2022an hat kirin, pirsên sereke yên civînê, pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge, pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan û hevkariyên lojistî yên hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re bûn.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberê Rêveberiya Hevahengî û Pêwendiyan jî di civînê de amade bû û tê de baştirkirina awayê fermandeyî û kontrolkirinê di nava hêzên Pêşmerge de hat kirin.

Her di vê civînê de, guftûgo derbarê çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge xweşhaliya xwe derbarê van pêngavan û baştirkirina cure û awayê alîkarî û hevkariyên lojistî yên ji hêzên Pêşmerge re nîşan da”.

Ferîq Rukin Îsa Uzêr tekez kir: “Ev cure hevkarî dibin sedema bilindkirina ast û karîna hêzên Pêşmerge”.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê başkirina pêwendiyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatin kirin û encamdana operasyonên hevbeş ên di navbera her du aliyan de li dijî teroristan, bi giring hat zanîn.

Çavkanî: K24

Pustên heman beş