Li Mêrsînê bi sûça PKKê 8 kes hatin desteserkirin

Mêrsîn-pkk-turkey

Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, bi sûça  ku propagandaya PKKê kirine 8 kes hatin desteserkirin.

Hêzên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê, bi sûça li ser sosyal medyayê “propagandaya PKKê” kirine ji bo desteserkirina 10 kesan li navenda Mêrsîn û navçeyên Tarsus û Silifkeyê bi ser hejmarek mal de girtin.

Di operasyona polîsan de 8 kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku bo desteserkirina 2 kesên din jî kar û xebat berdewam in.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, 8 kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê hatin birin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “sûça PKKê” xelkê sivîl û kesên siyasetmedar desteser dikin. Doh 14ê Tebaxê jî li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 6 kes bi “sûça PKKê” hatin desteserkirin.

Pustên heman beş