MÎT: Berpirsekî YPGê li Qamişlo hat kuştin

MÎT: Berpirsekî YPGê li Qamişlo hat kuştin

Tirkiye radigihîne, Berpirsê YPGê bajarê yê Qamişlo Muhsîn Yagan yê bi navê “Dijwar Silopî” di operasyoneke wan de hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê “Anadolu” li ser zarê jêderên ewlekariyê ragihand, Dezgeha Hawalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) li bajarê Qamişlo operasyon kiriye û di encamê de berpirsê YPGê yê wî bajarî Muhsîn Yagan “Dijwar Silopî” hat kuştin.

Hat ragihandin ku Dijwar Silopî di sala 1990î de tevlî PKKyê bûye, piştî ku wî li Şirnexê xebatên xwe dimeşîne, li herêmên Qendîl, Kelareş, Zap, Gare, Metîna, Mexmûrê karê xwe dewam dike. Herî dawî di sala 2020î de li ser fermana Murat Karayilan diçe Qamişlo.

Di van demên dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Hefteya borî jî Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ragihandibû, endamê rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) Yûsif Mehmûd Rebanî (Rêzan Cawîd) di êrişa Tirkiyê ya roja 6ê Tebaxê li ser taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo de, hat kuştin.

Pustên heman beş