Li Dîlokê bûyera trafîkê: 15 mirî û 22 birîndar

Li Dîlokê bûyera trafîkê: 15 mirî û 22 birîndar

 Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bûyereke trafîkê rûda, li gor zanyariyên destpêkê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Edene û Dîlokê otomobîlek qeza kir, piştre otobuseke rêwiyan li cihê bûyerê li ambûlans û wesayîta agirkujiyê û wesayîta weşana zindî ya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (IHA) qelibî.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li cihê bûyerê ragihand, 15 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dan, ku ji wan 3 kes karmendên agirkujiyê, 2 kes karmendên tendirustiyê û 2 kes rojnamevan in.

Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên polîsan gihîştin cihê bûyerê.

Pustên heman beş