Sînaryoyeka “Kerçuve” ya Partiya Karkera eşkere bû!!

Medyaya Partiya Karkera îro hinek dîmenên vîdyoyî yên pirî “şaşêtî, cahilî û bê eqlî” belavkirine û gotiye ku me li Amêdiyê helîkoptereke dewleta Tirk ya ji cureya Skorsky xistiye.

Di vê lînkê de, kerçuveyî û cahlîya kesê ku ev vîdyo montaj kirî bibînin:

Dîmenên ku rêxistinê belav kirine yê ku şarezahîya wî di teknîkê û montaja vîdyoyan jî de tune be, wê bi hêsanî bizane ku ev dîmen dereweke bi şaxe û kesekî Kerçuve montaj kirine û ji ber van sedeman:

Wexta vîdyoyê 2:37 Deqîqeye

Vîdyo bi dîmenên helîkopterekê dest pê dike ku bi şev hatine girtin û heya çirkeya 14an dubare dibe, ev helîkopter li bilindahiyeka wisaye ku ewr bi zelalî li asîman xweya dikin.

Piştire PKKê dîmenên helîkoptereke din ku bi roj hatine girtin belav kirine û pişt wê çiyayê Garê xweya dike û ti ewr li asîman xweya nakin! .

Li çirkeya 26an çekdarek xweya dike ku roketa ser mil di avêje û asîman derdikeve ku du helîkopter xweya dikin, lê belê Subhanelxaliq di wê demê de ewran baz da û dinya di zû de dibe roj!!

Kesê ku li ser vê vîdyoyê xebtî ewqas cahil bû ku ferqiya dîmenên şevê û rojê û yên asîmanê bi ewr û zelal nekirine, ew hatiye û fotoyek xistiye nava vîdyoyê û li ser nivîsandiye cîhê ku helîkopter lê ketiye û bazineke sor li dorê kêşaye.

Tişta ecêb ne tenê eve, dîmenên vê vîdyoyê bi hêsanî xweya dikin ku ne yên yêk cîh û yêk demin, şev û roj tevlî hev bûne, asîmanê zelal û ewr girtî tevlî hev bûne û bi teknîk û awayek herî xerab û bê eqil hatine montaj kirin.

Medyaya PKKê pêtirî carekê cahliya xwe di van dîmenan de îspat kiriye, ew hatiye û li çirkeya 48ê li ser wê fotoya ku kes nizane çî ye û kodere,  nivîsandiye ev helîkopter li tebaxa 2021ê hatiye xistin!!.

Medyaya PKKê berya çend rojan jî bîlançoya şer eşkere kir û gotbû ku di çar mehan de me zêdetirî 1800 eskerên Tirk kuştine, lê careka bi tenê jî cesedê yêk esker nîşa gel neda!! Ya rast PKKe tenê di medyayê de eskeran dikuje, lê îro îspat bû ku helîkopteran di medyayê û montajê jî de bi awayekî herî xerab derb dide û têxe!!.

Pustên heman beş