Artêşa Tirkiyê bombe li hêzên HSDê û Rejîmê barandin

Artêşa Tirkiyê bombe li hêzên HSDê û Rejîmê barandin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, deverên ku hêzên HSDê û Rejîmê li gundewarê Şerayê lê ne, topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên girêdayî wê îro roja duşemî 22/8/2022ê bi dehan topan gundên Şewarga, Qelat Şewarga û Meraanaz li navçeya Şerayê ya li gundewarê Efrînê, ku hêzên HSDê û Rêjîmê lê ne, topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan bên.

Duh, çalakvanên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandin, ku hêzên Tirkiyê, bi topa giran taxên niştecihbûna bajarokê Til Rifat bombebaran kirin. di encamê de hejmareke welatiyan ziyan dîtin.

Artêşa Tirk her wiha gundên Xerbel û Ehras ên gundewarên bakurê Helebê û Zeranit û El-Meyassa yên navçeya Şêrawa ya gundewarên Efrînê bombebaran kirin.

Pustên heman beş