Bê exlaqiyên Partiya Evdila li himber Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamin

Bê exlaqiyên Partiya Evdila li himber Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewamin

Saziya PKK’êya Şengalê ya bi navê Meclîsa Gela Xanesorê daxuyaniyek da û îdîa kir ku Axîna biçûka 6 salî û bavê wêyên li kampa Çem Mişkoya Êzdîya li Zaxoyê diman, ji aliyê şebekeyeke girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine qetilkirin. Endama rêxistina PKK’êya Şengalê TAJE daxuyanî xwend. Çavkaniyên PKK’ê navê kesê ku ew daxuyanî xwendiye nedan.

Di daxuyaniya rêxistina jinan a PKK’ê de wiha hat gotin: “ev bûyer ne bi destê yek kesî pêk tên. Ji aliyê şebekeke girêdayî Hikûmeta Kurdistana Federe ve tê kirin. Ji ber vê yekê sûcdar nayên cezakirin.” her wiha ANF’a ku nûçe çêkir jî şîroveya xwe zêde kir û got, ji bo bav û keça hatin qetilkirin ti îzahat nehat kirin.

Medyaya PKKêya ku di her firsendê de dixwaze Herêma Kurdistanê îftra bike û destkeftiyên kurdan yên li wir paşguh bike, ji bo bidestveanîna vê yekê gelek caran nûçeyên derew û manîpulatîf derdixe.

Rastî çi bû?

Farûk Mîrza û keça wî Axîn di 4’ê Tebaxê de ji aliyê kesê ku çûbûn serdana wî hatin qetilkirin. Piştî ku ev bûyer hat bihîstin, bû sedema hêrseke mezin di nav xelkê Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî di nav rêveberiya serbixwe ya Zaxo de.

Hêzên ewlehiyê di nava 2 rojan de kujer girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku “Kujer dê bi cezayê herî gran bê cezakirin.”

Armanca çapemeniya PKK’ê çi bû?

Ji destpêka bûyerê ve medyaya PKK’ê hewl da ku raveyekê ji vê mijarê re peyda bike û bi vî awayî xwest gelê Şengalê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tehrîk bike. Lê helwesta hesasa navdarên Êzîdî û rayedarên Herêma Kurdistanê di nêzîkatiya wana li hember bûyerê de hêvyên PKK’êyên ji bo çêkirina vê aloziyê pûç kir.

Ji ber ku vê bûyerê li ser medyaya civakî gelek cih girt, medyaya PKK’ê nekarî nûçeyên derew çêbike, vê carê saziya xweya bi navê Meclîsa Gela Xanesorê seferber kir.

Xanesor yek ji wan herêmên Şengalê ye ku herî zêde PKK lê kom bûye. Li vî gundî kadroyên PKK’êyên Rojava û Bakur hene. Hin ji wan di bin navê “karê rêxistinkirina girseyî” de têne birêxistinkirin û ji aliyê meclîsa gel û hwd ve têne birêxistinkirin. Ew saziyên din birêve dibin. Saziya bi navê meclîsa gela Xanesorê saziyeke ku ji aliyê van kadroyên PKK’ê ve tê birêvebirin.

Yanî Meclîsa Gela Xanesorê di rastiya xwe de saziyeke ku kadroyên PKK’ê tê de dixebitin, gelê êzdî tenê li ser ekranê xuya dike û rêveberî nîne.

Pustên heman beş