Du endamên PJAKê li Silêmaniyê hatin kuştin

Du endamên PJAKê li Silêmaniyê hatin kuştin

Balafirên dewleta Tirkiyê di îrîşekê de ku li sînorê Silêmaniyê encam daye, du endamên Partiya Jiyana azad, baskê PKKê yê Rojhilata Kurdistanê kuştin.

YRKê, baskê çekdarî yê PJAKê îro roja çarşemî 24/8/2022ê ragihand ku di êrîşa balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyê ku du rojan berê li çiyayê Asosê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê encam dabû, du endamên wan jiyana xwe ji dest dane.

Destnîşan kir, balafirên keşfê di saetên nîvrojê de ev êrîş encam dabû û tu agahî derbarê nasnameya herdu endamên xwe yên ku bûne hedef eşkere nekiriye.

Hêjayî gotinê ye, di hizîrana îsal de jî dironeke Tirkiyê otomobîlek li sînorê navçeya Şarbajêr bombebaran kirbû û di encam de 2 endamên PJAKê jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû.

Pustên heman beş