Hestiyên Hakan Arslan di telîsekî de radestî bavê wî hatin kirin

Hestiyên Hakan Arslan di telîsekî de radestî bavê wî hatin kirin

Hestiyên Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2ê Kanûna 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatin ragihandin de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.

Di Mijdara 2021an de derketibû holê hestiyên ku ji sedî 95 ên Hakan Arslan in, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê şandin Edliyeya Amedê.

Hat ragihandin hestiyên Arslan ên ku roja Pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihat ragirtin.

Li ser agahdarkirinê bavê Hakan Aslan, Alî Riza Aslan ji Erzeromê hat Amedê û çû Edliyeya Amedê.

Hestiyên Hakan Aslan di telîs de radestî bavê wî hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê ber bi Erzeromê ve bi rê ket.

Pustên heman beş