Mîxaîl Gorbaçov Ji ber çi xelata Noblêya aştiyê wergiritbû?

gorbachev-russia

Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov piştî nexweşiyeke dirêj, şeva borî di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Klînîkî ya Navendî ya li Moskoyê, Mîxaîl Gorbaçov şeva borî piştî nexweşiyeke giran û dirêj canê xwe ji dest da.

Desthilatdariya Gorbaçov bi perestroika û glasnost (reform û vekirîbûnê) ve girêdayî bû.

Mîxaîl Gorbaçov di 2’ê adara 1931’an de li bajarê Privolno yê Rûsyayê ji dayik bûbû, li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Moskoyê xwendiye (1955), di sala 1952’an jî de tevlî Partiya Komûnîst bûye û di nava partiyê de di postên cuda kar kiriye

Mîxaîl Gorbaçov di 11ê Adara 1985an de wek Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê hat hilbijartin.

Di salên 1985-1988an de bi Serokê Amerîka Ronald Reagan re beşdarî zincîre hevdîtinan bû. Di sala 1987an de bi Amerîka re peymanek ji bo sînordarkirina çekên nukleerî îmze kir. Di sala 1989an de vekişîna hêzên Sovyetê ji Afganîstanê ragihand û sala 1990î ji ber alîkariya wî di dawîkirina Şerê Sar de, Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.

Mîxaîl Gorbaçov di 21 Berçileya 1991ê de Yekîtiya Sovyetê bi fermî hate hilweşand û Yekîtiya Dewletên Serbixwe damezrand.

Ji sala 1992an û heta niha damezrîner û serokê Saziya Gorbaçov ya Navdewletî ya Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî bû.

Pustên heman beş