Rapirsiya 4 bajarên Bakurê Kurdistanê: Dengên HDP û AKPê daketine

hdp-akp-turkey-kurdistan-election

Li gor rapirsiya Lêkolîna Asalê, li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Wanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiya yekem û AKP jî partiya duyem e û her wiha li Rihayê jî AKP partiya yekem û HDP partiya duyem e.Kompanya rapirsiyê Lêkolîna Asalê, encamên rapirsiya li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Li gor rapirsiyê HDP li 3 bajaran yekem e û AKP li bajarekî yekem e. Her wiha li her 4 bajaran jî li gor hilbijartinên 2018an rêjeya dengên HDP û AKPê daketine û rêjeya dengên CHPê zêde bûne.

Li gor encamên rapirsiyê li her 4 bajaran dengê partiyan wiha ne:

Li Amedê HDP: %59.7, AKP: %18.6, CHP: %4.8, DEVA: %3.6

Li Mêrdînê HDP: %51.2, AKP: %25.5, CHP: %6, MHP: %2.4

Li Rihayê AKP: %45.3, HDP: %28.5, CHP: %5.5, MHP: %5.2

Li Wanê HDP: %53.5, AKP: %26.9, CHP: %5.1, MHP: %2.4

Pustên heman beş