Li Silêmaniyê bombeyek bi kadirekî Bereya Tirkmenî ya Iraqê de teqiya

slemani-bomb-pkk

Li taxa Şêxan a parêzgeha Silêmaniyê bombeyek bi kadirekî Bereya Tirkmenî ya Iraqê de teqîniye û di encama teqînê de herdu lingên xwe ji dest dan.

Îro şemiyê 3yê Îlona 2022yan, Berdevkê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Mihemed Seman ji Kurdistan24ê re ragihand, bombeyeke vedayî bi otomobîla kadirekî Bereya Tirkmenî de li ofîsa Silêmaniyê hatiye danîn û di teqînê de kadirê Bereya Tirkmenî herdu lingên xwe ji dest dan.

Mihemed Seman eşkere kir, beriya niha nameya gefxwarinê ji aliyê çekdarên PKKê ve jê re hatiye şandin û ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve hatiye agahdarkirin ku gef li ser wî heye.

Hêzên Polîs û Asayîşa Silêmaniyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolîna bûyerê kirine û otomobîla wî ji cihê bûyerê hatiye veguhestin.

Pustên heman beş