Deriyekî din ê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tê vekirin

kurdistan-iran-erbil-soran

Rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê di civînên herî dawî yên navbera wan de li hev kirin ku deriyekî din ê sînorî li sînorê parêzgeha Hewlêr û îdareya serbixwe ya Soranê, ku hevsînorê parêzgeha Urmiyê ye, vekin.

Deriyê sînorî dikeve daristana Kêleşîn a li devera Biradost a ser bi bajarokê Sîdekan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku vekirina deriyê sînorî bandora rasterast li ser vejandina bazara sînor dike.

Roja 22yê Tebaxa 2022yan, şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Hemed Salih Mutemîdyan bi rêya Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran gihîşte Herêma Kurdistanê, di wê serdanê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya, herwiha hevdîtin û gotûbêj ligel hejmarek rayedarên îdareya sînorê parêzgeha Hewlêr û îdareya serbixwe ya Soranê encam dan, li ser wê yekê li hev kirin ku deriyê sînorî yê Kêleşîn – Şino, bi fermî were vekirin.

Deriyê Sînorî yê Kêleşîn – Şino, bi dûriya 76 kîlometre dikeve bakurê rojhilatê navenda îdareya serbixwe ya Soranê, dema were vekirin, piştî Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran dibe duyemîn deriyê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê.

Pustên heman beş