Ji PKKê kuştina 3 ciwanên din yên Kurdan

pkk-kurd-turkey-kurdistan-hpg-kck--

Partiya Karkeran weke her roj nasnameya 3 ciwanên din ragihand yên ku beriya 3 mehan li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û ji nûve mirina wan eşkere kir.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan parvedike yên ku di berxwedana xwe ya saxte de dide kuştin, duh roja şemî 3/9/2022ê jî nasnameya 3 ciwanan ragihand du jê li 17 tîrmeha îsalê û yekî din li 16 xizîranê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, duh roja şemî û paş derbasbûna nêzî 3 meha ji nû ve mirina van ciwanan eşkere kir û gotiye me hevalên xwe yên milîtanên Apo wenda kirin!!.

Navên van çekdarên PKKê wisaye:

Necatî Ûtkû Kîraz, Ferhat Atsak û Mesût Akîwz ku ji Mêrsîn, Wanê û Semsûr ê ne.

PKKe her roj wêneyên zarokên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, ev zarok li salên berê hatine feda kirin û paş derbasûna demek dirêj ji nû ve rêxistin mirina wan îlan dike.

Partiya Karkera ji boy çêkirina şervanan, zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê di revîne, rêxistinên parastina mafên zarokan yên navdewletî ev yêk tesbît kiriye.

Pustên heman beş