Ciwanekî Kurd di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hat kuştin

Ciwanekî Kurd di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hat kuştin

Ciwanekî Efrînî yê 19 salî piştî ku heyama 20 rojan ji aliyê Îstixbarata Leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve li Helebê hatibû binçavkirin, duhî mirî radestî malbata wî hate kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, berî 20 rojan ciwanê 19 salî Diyar Xelîl Omer li taxa Şêx Meqûd a Helebê ji aliyê Nivîsgeha Asayişa Netewî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve hatibû birin, duhî Dezgeha Îstixbarata Leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve malbata wî agahdar kir ku kurê wan Diyar canê xwe ji dest daye û termê wî jî radestî malbatê kir.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan, piştî ku malbatê termê Diyar bir Bijîşkiya Dadî ya Helebê, xuya bû ku ew di bin lêdan û eşkenceya hovane de hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanî, Diyar Xelîl Omer ji gundê Basûtê yê Efrînê ye, ew karmendekî Rêveberiya Xweser bû û termê wî îro li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê hat veşartin.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku piraniya niştecihên wê ji Efrînê ne. Ew her du tax di destê YPG/HSD de ne û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Pustên heman beş