“Darka Mazî” têkilîyên mamoste yekî Zanîngeha Silêmaniyê bi rejêma Îranê re eşkere dike

"Darka Mazî" têkilîyên mamoste yekî Zanîngeha Silêmaniyê bi rejêma Îranê re eşkere dike

Hin ji rêxistinên civaka sivîl li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û bi vê rêyê ecindaya Îranê li başûr cîbicî dikin.

Li Başûrê Kurdistanê hejmareka herî zêde a rêxistinên civaka sivîl hene ku hin ji wan ji aliyê Partiyên Başûr ve tên piştevanîkirin û hin jî xwe weke rêxistinên bê alî nîşan didin, lê di rastiyê de ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê ve tên piştevanîkirin.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl li Silêmaniyê ji aliyê Îran, PKK’ê û alîgirên Fathullah Gulen ve tên piştevanîkirin, bi vê yekê jî ev rêxistin dibin amûrê di destê van aliyan de ji boy cîbicîkirina ecindaya wan ên siyasî li Başûrê Kurdistanê.

Bo mînak, Rêxistina Zehawî a li bajarê Silêmaniyê ku D. Sebah Berzincî birêve dibe, hertim kar û çalakiyan encam dide, hetta li dema kirîzên aborî de jî ev rêxistin ji çalakiyan dûr nebûye, ji ber ku Îran alîkariya maddî ya vê rêxistinê dike.

Yek ji mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji Darka Mazî re ragihand, bi rêya D. Sebah Berzincî beşa lekolînê a zanîngeha Silêmaniyê, têkiliyên bihêz bi Îranê re çêkirine û D. Sebah berdewam seredana Îranê dike.

Rêxistina Zehawî xwe weke rêxistineke nehikûmî û nesiyasî û serbixwe û xwedî kesatiya menewî ku kar dike ji boy xurt kirin û bihêzkirina fikir û merîfeya serdem li Kurdistanê, nîşan dide, baregeha sereke a vê rêxistinê dikeve bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Pustên heman beş