PKKê careke din êrîşeke bêexlaqane li ser pêşmerge kir

PKKê careke din êrîşeke bêexlaqane li ser pêşmerge kir

Careke din çapemeniya PKKê, dixwaze bi rêya derew û dezenformasyona di bin navê dijatîkirina PDK’ê de, li dijî pêşmerge û statuya Herêma Kurdistanê bisekine, PKKê weke karê xwe yê hertimî dest bi parvekirina derew û nûçeyên sexte li dijî pêşmergeyên Kurdistanê kirîye.

Piştî ku şeva derbasbûyî mefrezeyeke çekdarên PKKê li Xelîfanê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye hedef girtin, PKKê tev medyaya xwe seferberkiriye û li dijî pêşmergeyên Kurdistanê û PDK’ê nûçeyên saxte servîs dikin.

RojNews a PKKê ku li Silêmaniyê weşanê dike, bi ser navê “ragihandina şerê taybet piştrast kir ku çekdarên PDK’ê êrişî gerîla kirine” nûçeyeke sexte servîs kiriye û têde dibêje: “li Xelîfanê careke din çekdarên PDK’eyê li herêmê îstîxbarat dan balafira dewleta tirk û êrişî gerîla kirin, di encama êrişa hewayî de 2 gerîla şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn, ragihandna PDK’ê jî di nûçeyên xwe de piştrast kir ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla kirine û gerîlayên birîndar ketine destê hêzên PDK’ê”.

Ev nûçeya saxte ya medyaya PKKê, nîşan dide ku PKKê xwe ji bo şerê taybet yê li dijî Herêma Kurdistanê û pêşmerge amade kiriye û dixwaze weke hersal êrîşeke rêxsitî ya medyayî li ser pêşmerge bimeşîne û bi vê yekê şikestinên xwe veşêre.

Ger medyaya PKKê rast dibêje, bila nûçeya ragihandna PDK’ê ku têde piştrast kiriye pêşmerge êrîşî gerîla kirine parve bike, lê her kes dizane ev nûçeya PKKê derewe û tu eleqeta wê bi rastiyê re tuneye.

Roj News a PKKê heta nizane bi diristahî çend gerîla hatine hedefgirtin û dibêje: “duh bi şev di derdora saet 19:30 û 20:00an de komek gerîla ku tê texmîn kirin ji 5 kesan pêkdihatin û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmekê derbasê herêmeke din ya gerîla bibin, rastî êrîşa balafira bêmirov ya tirk hatine.”

Gelo ger çavkaniyên we dikarin ji we re bibêjn “çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira tirk”, çawa nikarin ji we re bibêjn çend gerîla hatine hedefgirtin ku hûn dibêjin “tê texmînkirin”, çima divê tiştekî bi vî awayî bê texmînkirin û piştre ((çavkaniyên)) we yên sexte agahiyên wusa bidin we ku PDK’ê îstîxbarat dane balafira tirka? Ev ji aliyekê, ji aliyek din Roj News dibêje: “van gerîlayan dixwest ji herêmekê derbasî herêmeke din ya gerîla bibin”, gelo herêmên gerîla kîjan herêm in?! Ger weke hûn dibêjin ew herêm herêmên gerîlane “çekdarên PDK’ê” li wir çi dikin? Ev bi tenê bese ku mirov bizanibe PKKe ji xeynî derewan tu tiştekî din derheq PDK’ê û pêşmergeyên Kurdistanê parve nake.

Di beşeke din ya derewa Roj News ê de hatiye: “ragihandina PDK’ê jî di nûçeyên xwe de êtiraf kir ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla kirine!! Ragihandna PDK’ê dibêje: ji hêzên ewlekariyê (PDK) tu kes birîndar nebûne, li gorî ragihandina PDK’ê 2 gerîla şehîd bûne û 4 jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê”!.

Gelo qey însan dikare çiqas bê şeref be ku derewek bi vî awayî bike, di tev ragihandina PDK’ê de tu nûçeyek bi vî awayî nehatiye nivîsandin, belku çapemeniya PKKê ev derew li ser navê ragihandina PDK’ê di çapemeniya xwe de nivîsandiye û parve kiriye daku bi vê yekê bikarin alîgirên xwe bixapînin.

Ya ku di tev ragihandinên başûr de hatiye parve kirin bi tenê nûçeyê êrîşa hewayî ya balafireke bê pîlote li ser mefrezeyeke gerîlayan, piraniya ragihandina jî daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê li ser vê êrîşê parve kiriye ku tê de Dije Teror Wiha dibêje:

“li geliyê Balîsanê balafireke bêmirov baregeheke PKKê kir hedef, li gor agahiyên Dije Terora Kurdistanê, îro saet 20:10ê êvarê balafireke bêmirov a nenas li geliyê Balîsan mefrezeyeke çekdarên PKKê kiriye armanc, li gorî agahiyan, mefrezeyeke çekdarên PKKê ji sînorê rêveberiya raperînê derbas bûne û li geliyê Balîsanê ji aliyê balafireke bêmirov ya nenas ve hatine hedef girtin, saziyên ewlekariyê der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin”.

Evca em ji tev kurdan dipirsîn, gelo nûçeyeke bi vî awayî îtirafkirin bi êrîşê ye yan jî parvekirina nûçeyek sade ye? Her wiha em dipirsin ya ku PKKe di çapemeniya xwe de dike, wilatparêzî û parvekirina nûçeyane, yanjî bê exlaqî û wilatfiroşî û reşkirina rûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan e?

Pustên heman beş