Babekir Zêbarî: Haya me ji plangêriya PKKê heye

Babekir Zêbarî: Haya me ji plangêriya PKKê heye

Serokê Odeya Operasyonên Hevbeş ên Iraq û Kurdistanê Babekir Zêbarî got, baweriya hevpeymanan bi hêzên Pêşmerge di asteke bilind de ye û berdewam li ser rahênankirina wan û berdewamiya piştevaniya Hêzên Pêşmerge, lê di heman astê de ji tevgera PKKê ya li Kurdistanê gelekî nîgeran e.

Herwiha Babekir Zêbarî dibêje: “Hêzên hevpeymanan li ser hewlên xwe yên yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam in, ji ber wê jî bi berdewamî hewl didin wan bikin yek û alîkariyên madî, lojîstîk, çek û cebilxaneyan pêşkêşî wan bikin.

Babekir Zêbarî, dibêje: “Li ser asta navdewletî û Amerîka jî ji tevgera PKKê ya li bajar û gundên Kurdistanê nîgeran e. Aniha bi aşkereyî PKKê ji hêzên îstîxbaratî yên herêmê re kar dikin. Çi kare PKKê li Xelîfanê heye? Haya me ji plana PKKê heye. Hewl didin aloziya li Silêmaniyê bibin Hewlêr û Duhokê û hikûmetê sûcdar bikin.”

Di berdewamiyê jî de Babekir Zêbarî aşkere kiriye: “PKKê metirsî li ser YNKê çêkiriye û hesabê ti kesî nakin. Niha jî dixwazin li sînorê Hewlêr û Duhokê tevgera xwe çêbikin û Tirkiye êrişî wan bike. PKK li Amerîkayê wek rêxistina terorê hat qebûlkirin. Amerîka ji tevgera vê dawiyê ya PKKê li sînorê Xelîfan nîgeran e û ji bo wan têkdana aramiya Kurdistanê xeta sor e, lewma tevgera PKKê ji wan re sosret e û niha pirsgirêkên wan li Rojavaya Kurdistanê jî bi PKKê re hene.”

Pustên heman beş