Artêşa Ukraynayê azad kirina çend navçeyên welatê xwe ragehand

Artêşa Ukraynayê azad kirina çend navçeyên welatê xwe ragehand

Artêşa Ukraynayê azad kirina çend navçe û bajarokên li başûr û rojhilatê welatê xwe ragihand, ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibûn dagirkirin.

Îro pêncşemê 8ê Îlona 2022yan, artêşa Ukraynayê eşkere kir, hêzên wan li başûrê welat navçeyên Donbas û Kharkiv, çend navçe azad kirin.

Olesky Gromov, efserê li serkirdetiya artêşa Ukraynayê eşkere kiriye, hêzên wan li başûrê welat karîne rêzên artêşa Rûsyayê têk bibin, herwiha li rojhilatê welat jî li navçeya Donbas, hêzên wan pêşveçûnên berçav tomar kirine.

Ji 24ê Sibata 2022yan ve artêşa Rûsyayê êrîş kiriye ser Ukraynayê û beşeke axa wî welatî dagir kiriye.

Donbas ku ji herdu herêmên Donetsk û Luhansk ên li rojhilatê Ukraynayê pêk tê, çar sal (2014-2018) cihê milmilaniya navbera artêşa Ukrayna û çekdarên cudaxwaz ên Ukraynayê bû, beşeke mezin a nişteciyên wan herêman bi zimanê Rûsî diaxivin, ji sala 2014an ve Rûsya hêzên li wan herêman li dijî hikûmeta Ukraynayê, xwedî çek dike.

Pustên heman beş