Malbata Kurd a Efrînê ku kurê wan berî 9 salan li Helebê hatiye revandin, daxwaza diyarkirina çarenivîsa wî ji PYDê dike û bang li rêxistinên mirovî, yasayî û civaka navdewletî dike, fişarê li PYDê bikin, ta ku çarenivîsa kurê wan diyar bike û serbest berde.
Malbata Ehmed Osman Sîdo îro di daxuyanekê de ragihand, “grûpeke ser bi PYDê ji roja 10/9/2013an ve Ehmed Osman Sîdo li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e”.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Gelek caran me pirsa Ehmed ji PYDê kir, lê ew red dike ku Ehmed revandibe yan jî di zîndanên wan de be. Ji ber vê yekê em daxwazê ji PYDê dikin çarenivîsa birayê me aşkere bike, ji ber ku berpirsiyariya jiyana wî li ser milê wê ye”.
Malbata Ehmed Osman Sîdo bang li rêxistinên mirovî, yasayî û civaka navdewletî kir, fişarê li PYDê bikin ta ku çarenivîsa birayê wan diyar bike û serbest berde.
Ehmed Osman Sîdo sala 1960î li gundê Husê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye û li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê rûniştibû.
Taxa Şêx Meqsûd li Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku piraniya niştecihên wê ji Efrînê ne. Taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiyê du dora 200 hezar Kurd lê dimînin, ji salên destpêkê yên krîza Sûriyê ve di destê YPGê de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.