“Şoreşa Îlonê şoreşa îrade û xwebaweriya mirovê Kurdistanî bû”

masoud-barzani-serok-kurd-kurdistan-ilon

Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û ragihand ku ew şoreşa îrade û xwebaweriya mirovê Kurdistanî bû ku bingeheke bihêz û rêkxistî ji bo berdewamiya têkoşîna û rawestana gelê Kurdistanê li dijî zilm û zordariyê ava kir.

Serok Barzanî îro Yekşemê 11 Îlona 2022an di 61emîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de Şoreşa Îlonê weke têkoşîna neteweyî û demokratîk ya gelê Kurd bi nav kir û got, “Hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê di bin serokatiya Nemir Barzanî de li dijî zulm û dagirkeriyê li kêleka Kurdan şer kirin” .

Serok Barzanî her wiha anî ziman, “Bi nirxên xwe yên bilind û israr û berxwedana serkirdayetî, Pêşmerge û gel, doza rewa ya gelê Kurdistanê kir ku pêngaveke mezin biavêje û bibe çavkaniya hêzê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê. Her wiha ji bo têkoşerên hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî çavkaniya îlhamê ye”.

Pustên heman beş