Teqînek di nava kampeke Serê Kaniyê de rû da.. Qurbanî hene

heseke-serekaniye-explotion-kamp

Teqînek di nava kampeke koçberên Serê Kaniyê de rû da û li gorî zanyariyên destpêkê 3 zarok şehîd bûne.

Li gorî jêderên xwecihî, teqîn bi riya motorsîklêtekê li kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê ya dikeve aliyê rojavayê bajarê Hesekê rû daye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, 3 zarok şehîd bûne.

Bajarê Serê Kaniyê di Mijdara 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatibû dagîrkirin, ji ber wê jî bi dehherazan Kurdên wê koçber û derbider bûn û beşeke mezin ji wan li di kampan de hatine bicihkirin.

Li Kampa Waşo Kanî zêdetir ji 14 hezar koçberên Serê Kaniyê bi cih bûn

Pustên heman beş