Memet Mêrdînî
Dîroka netewên bindest îspat kiriye ku ger girtiyekî siyasî di zindanê de li ber xwe nede, ji bo razîkirina dijmin û parastina canê xwe dê gelek tiştên ne rast bêje û encam bide. Ocalan ku di sala 1973’an de 7 mehan di girtîgehên Tirkiyê de ma, diyar kir ku piştî azadbûna xwe ewê hewl bide bi ti awa careke din nekeve zindanê, ev jî ne axaftineke ku kesekî nivîsîbe yan gotibe, belku Ocalan bi xwe di pirtûkên xwe de nivîsandiye û bi şanazîkirin vedibêje.
Li virr ev pirs tê bîra mirov, gelo ger kesek bizanibe rewşa di zindanan de çi qas nexweş û dijware, û vê yekê layîqê xwe nebîne, çima berê bi hezaran wilatparêzên kurd da zindanên Tirkiyê û piştre li ser ked û xebata wan zindaniyan xwe kir leheng, bi awayekî ku niha partiya Ocalan berxwedana her zîndaniyekî di zindanên Tirkiyê de, hetta zindaniyên destpêkê jî bi Ocalan ve girê dide û wusa nîşan dide ku bi ruha berxwedana Ocalan li ber xwe didin! Di demekî de ku Ocalan ne li Kînyayê li dema hatiye girtin, ne di balefrê de dema vegerîn bo Tirkiyê û nejî li Îmraliyê ti berxwedan nekiriye, belku berevajî bi tevahî teslîmî dewletê bûye û bûye kesek îtîrafçî û xizmeta dewleta Tirkiyê dike.
Ocalan dikarîbû şûna li hin dewletan bigere û pişt re bi zelîlî vegere Tirkiyeyê, biçe çiyayên asê yên Kurdistanê û weke tev gerîla û hevalên xwe yên din di çiyayên asê û blind yên Kurdistanê xwe biparêze, lê ji bo kesekî ku bi devê xwe îtîrafê dike dema 12 salan bi îmkaniyatên mîta Tirkiyeyê û bi derfetên dewleta tirk xwe pêgihandiye, pirr zehmete bikare li çiyayên asê de jiyan bike. Ocalan ti carî fêrî jiyana çiya nebûye, ew fêrî jiyana loksa di nava vîla û hebûna hin jinên bedew li derdora xwe bû, loma razî nebû biçe çiyayên Kurdistanê û li wir xebatê bike.
Li ser vê yekê ku Çima Ocalan dema ji Sûryayê derdikeve naçe çiyayên Kurdistanê, di pirtûka xwe ya bi navê “Manîfestoya Şaristaniyeta Demokratîk” beşa yekê, rûpela 49an de dibêje, “ger bihata û ez biçûbam çiya, misoger wê demê dewleta Tirkiyê da bi tev çekên di destê xwe de êrîşî wê derê bike, ev jî ji aliyekî da bibe sedem êrîş li ser Kurdistanê bihatiba kirin û ji aliyekî din jî da hevalên me rastî zîyanek herî mezin werin”.
Pirsa li virr jî ser hil dide eve, gelo ger Ocalan dizane li her dera ew û çekdarên wî hebin, ew cî wê were wêrankirin, çima piştî hatiye girtin, ferman bi çekdarên xwe da ku biçin çiyayên Başûrê Kurdistanê? Helbet berisva vê pirsê pirr hêsane, ji ber ku Ocalan dixwest Başûrê Kurdistanê di demekî de ku ne qada xebata wî û partiya wî bû jî, bibe qada şerekî sexte, bi awayekî ku piştî azadkirina başûr ji aliyê partî û gelê başûr ve jî hertim ev perçeya azada Kurdistanê di şer û aloziyan de bimîne.
Her weha Ocalan di vê pirtûkê de dîsa dibêje, “ger bihata û ez biçûbam çiya, wê demê dewleta Tirkiyê da me li çiya dorpêç bike û têkiliyên me yên bi cîhana derve da hên sînordarkirin.” her kes dizane ev axaftina Ocalan ji xeynî behaneyek bê wate ti tiştek din nîne, bi dirêjahiya dîrokê piraniya şoreşgerên kurdan li çiya jiyan kirine, şoreşên herî mezin birêve birine û hertim têkilî bi cîhana derve jî hebûye. Ji boy derewandina vê axaftina Ocalan, mirov dikare vê pirsê bike, gelo ma tu bi awayekî azadane li çiyayên Kurdistanê bay, tev amûrên serdem yên pêwendiyê di bin destê te de ban, bi awayekî azadane tevgeriyabay û biryar dabane da pêtir û hêsantir karî têkiliyan bi cîhana derve çêkî yanjî di hotela bi navê “zindana Îmraliyê de”?
Ji boy kesekî ku bixwaze rastiyê fêm bike, ji boy kesekî ku mejîkê wî ji aliyê PKK’ê nehatbe şûştin, ev çend rêzên nivîsê besin ku fêm bike, Ocalan û Partiya wî bi tenê ji boy yek armanc hatine çêkirin, ew armanc jî jibîr birina dewleta kurdî, dijatîkirina kevneşopiya Barzaniyê nemir, têkdana Kurdistana azad û bi kuştindana zêdetir a wilatparêzên kurd e.