Kadroyekî PKK’ê destdirêjiya sêksî dike ser keçekê û aşkera dibe

Kadroyekî PKK’ê destdirêjiya sêksî dike ser keçekê û aşkera dibe

Hat hînbûn yek ji kadroyên PKK’ê yê ku di nava refên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” de kar dike, destdirêjiya sêksî kiriye ser keçeka endam di vê rêxistina PKK’ê de û piştre ev karê wan ê dûr ji exlaq eşkere dibe.

Çavkaniyên herêmî li Rojava Kurdistanê ji “Darka Mazî” re eşkere kirin, kadroyekî PKK’ê yê bi navê “Xelîl Şêx Mihemed” bi kod navê “Cat Kobanî” ku berpirsê Ciwanên Şoreşger yên ser bi PYD-PKK’ê ye li rojhilatê bajarokê kobanê, û bi esla xwe şêniyê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, destdirêjiya seksî li ser yek ji endamên keç yên Ciwanên Şoreşger kiriye û piştre eşkere bûye.

Çavkaniyan ji “Darka Mazî” re eşkere kirin, “Xelîl Şêx Mihemed” bi yek ji endamên keç yên di nava refên “Ciwanên Şoreşger” de seks encam daye, ji encama vê seksê keça bi navê “Zeynep” ducanî bûye, vê yekê jî bandoreke neyînî li wê keçê kiriye.

Her weha li gor agahiyên taybet yên bi dest rûpela “Darka Mazî” ketine, keça bi navê “Zeynep” ku endama Ciwanên Şoreşger e, ji ber vê yekê doz li dijî kadroyê PKK’ê yê bi navê “Xelîl Şêx Mihemed” vekiriye, ji ber vê yekê asayîşa PYD’ê ev kadroyê PKK’ê bi vê sûçê desteser kiriye, heya niha jî nayê zanîn çarenvîsa vî kadroyê PKK’ê wê çibe.

Pustên heman beş