Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya perwerdehiyê tê lêdan

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya perwerdehiyê tê lêdan

Îro sala nû ya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke qezaya Berdereşê beşdarî merasîma lêdana zengilê sala nû ya perwerdehiyê dibe.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kir, îro demjimêr 08:00 bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2022-2023 li dibistana Eylûl li qezaya Berdereşê tê lêdan.

Li gorî rênimayên Wezareta Perwerde, sê rojên destpêkê yên dewamê, taybet in nasîna xwendekaran bi polên wan û danîna xişteya waneyan. Her wiha di sê rojên destpêkê de wane taybet in bi:

– Hezkirina Kurdistanê û pêşxistina kultura pêkvejiyanê.

– Hişyarî û dayîna zanyariyan li ser aliyên nerênî yên bikaranîna çek û amûrên tûj.

– Parastina jîngehê û avê, wek samenekî niştimanî û awayê baş ya bikaranîna wê.

– Çawaniya bikaranîna teknolojya û amûrên elektironîk û dûrketina ji aliyên wê yên xirap.

– Xwendekar ji bilî sûdwergirtina ji van rênimayîyan, pêwîst e sûdê ji waneyên werziş û hunerê jî werbigirin.

Pustên heman beş