Meral Akşener: Agahî di dest me de hene ku partiya desthilatdar li gel Îmralî hevdîtinan dike

Meral Akşener: Agahî di dest me de hene ku partiya desthilatdar li gel Îmralî hevdîtinan dike

Seroka Partiya Baş (İYİ) Meral Akşener beşdarî bernameyekî FOX TV ya Tirkî bû û ragehand, hin agahî geheştine wan ku partiya desthilatê (AKP) li Îmralî li gel Ocalan danûstandinan dike.

Meral Akşener ragehand: ‘’Ez bang li Dewlet Bahçelî dikim, di cîha bi me ve mijûl bibe, hin agahî geheştine dest me ku, desthilatdariya AKPê li Îmralî hin reze hevdîtin dane destpê kirin. Sibe dê ji nişkawa nameyek bigehe destê wî. Ez nizanim vebûn û tiştan. Ez wek agahiyekî ku min bîhîstiye dibêjim. Desthilatdarî li Îmralî li gel Ocalan hevdîtinan dike.’’

Meral Akşener derbarê maseya 6 alî de jî got: ‘’Ew mase platforma eqlê hevbeş e. Berbijêrê serokomartiyê dê ji wê masê bi gotûbêjan dê bê diyar kirin. Berbijêrekî ku bikare serbikeve. Berbijêrê ku bibêje emê derbasî sîstema parlamenterî bibin û kesekî xwedî ezmûnên dewletê dê bibe berbijêrê me û bibe berbijêrê Hevpeymaniya Mîllet. Tişta ku pêwîste bibe ev e.’’

Pustên heman beş