PKK ê piştî 3 salan kuştina xebatkara xwe eşkere kir

PKK ê piştî 3 salan kuştina xebatkara xwe eşkere kir

PKK ê piştî 3 salan ragihand ku xebatkara wan ya 33 salan di nava rêxistinê de, jiyana xwe ji dest daye.

Tevgera Jinan a PKK ê PAJK ê du roj berê daxuyaniyek da û diyar kir ku yek ji rêveberên wê Esma Arat a bi navê kod Delal Nûrhak jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de derbarê jiyana wê de agahî nehatî ye dayîn, her wiha pirr balkêşe ku agahiyên derbarê jîyana Esma Arat û cihên ku lê dixebitî nehatine dayîn. Di daxuyaniya PAJK ê de bi tenê hat ragihandin ku Esma Arat 3 sal berê jiyana xwe ji dest daye.

Dewleta Tirk 3 sal berê ev bûyer eşkere kiribû

Daxuyaniya PAJK ê bi piranî weke bîranînê hatibe dayîn jî, cara yekem e ku jîyan dest dana Esma Arat tê ragihandin. Dewleta Tirk di meha ewil a 2020an de ragihandibû ku Esma Arat di meha Îlonê de hatiye kuştin.

Çavkaniyên Darka Mazî diyar kirin ku dewleta Tirk gotiye Besê Erzincan (Ayfer Kurdo) di sala 2019 an de hatiye kuştin û kesê ku hatiye armanckirin Esma Arat e.

Çima piştî sê salan?

Wefata Esma Arat ji aliyê dewleta Tirk ve dihat zanîn û ev yek di medyayê de jî cih girti bû, lê ev xaleke balkêş e ku heta niha PKK ê mirina wê eşkere nekirî ye.

Hin endamên malbata Delal Nûrhak acizî nîşan dan û gotin, “Çima tiştên ku dewleta Tirk dizane, ji me vedişêrin.” Tevî daxuyaniyên dewleta Tirk jî PKK windahiyên xwe yên salên dawî vedişêre. Tenê di hinek heyaman de navên rêvebiran yek-yek eşkere dike. Lê cîh û şêwazê bûyerê rast nahê dayîn.

Kesên nêzî PKK ê ku me ji bo eşkerekirina navê Esma Arat serî li wan da, diyar kirin ku dema eşkerekirina navê Esma Arat girîng e. Çavkaniyên me diyar dikin ku PKK weke berê di nava girseyên Mereş, Pazarcik û Elbîstanê de bi bandor nîne. Bi taybetî jî di nava PKK ê de gelek kêm kadroyên berê yên Mereşê mane û navê Esma Arat dê bi hestyarî li ser girseya kevin a Mereşî yan bandorek erênî çêbike loma jî PKK dixwaze vê bike babetekî propaganda yê.

Çavkaniyên me jî gotin, “Girseya PKK ê ya li Ewropayê havînê di îstrehetê da ne, payîz û zivistanê vedigerin malen xwe. PKK wê niha ji bo Esma Arat li welatên Ewropayê yên ku gelê Mereşê lê dijîn, bîranînan organîze bike û girse mecbure ku tevlî bibe. Her wiha mehên payîzê mehên kampanyayên PKK ê yên salane ne. Di van kampanyan de bi milyonan pere ji mirovan distînin. Mirovên Mereşê ku berê li Ewropa bi cih bûne, bi giştî dewlemend in. PKK her sal cewekî hestîyar cêdike ji bo ku ji wan pereyan zêde bistîne. Çend sal in Qasim Engîn (Îsmal Nazlîkul) ku yek ji kadroyên berê yên PKK ê yên Mereşê ye, di 27 ê Gulana 2020 an de jîyana xwe ji dest dabû. Îsal jî wê dinava kampanyayên pere komkirinê de navê Delal Nûrhak were bikaranîn.”

Delal Nûrhak (Esma Arat) kî ye?

Esma Arat a di sala 1986an de li Ewropayê tevlî PKK ê bûy, di sala 1988 an de weke xebatkar hat şandin Mereşê. Delal ku demekê di girtîgehê de dimîne, piştre berê xwe dide çiyayê eyaleta Amedê. Li herêmên wekî Qendîl, Xinêre, Ermenistan, Mexmûr kar dike. Di girtîgehên Îran û Tirkiyeyê de jî ma ye.

Delal (Esma Arat) demekê di komîteya malî ya KCK ê de jî cih girt, li Mexmûr û Hewlêrê xebatên aborî meşandin. Ji bo PKK ê li wir xwaringeh û firojgehan vedike. Li kampa Mexmûrê jî xebatên bi vî rengî dimeşîne. Piştre li ser navê PAJK ê li Rojava Meclîsên Jinan de kar dike.

Esma Arat di nava PKK ê de berpisyarîyên bilind ne wergirtin e. Salek beriya ku jîyana xwe ji dest bide, ji Rojava hat Qendîlê û li KJB ê cih girtibû.

Di Îlona 2019an de tevî gerîlaya PKK ê ya bi navê Zîlan Kamişlo ya ku di yekîneya “Ewlehiya Rêveberiyê” ya KJB ê de cîh digirt re di êrîşeke hewayî dewelta tirk de jiyana xwe ji dest dabû.

Pustên heman beş