Tirkiyê berpirsekî dinê PKKê bi navê Mehmet Gurbuz kuşt

Tirkiyê berpirsekî dinê PKKê bi navê Mehmet Gurbuz kuşt

Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) kuştina 5 çekdarên YPG û PKK li Rojavayê Kurdistan ragihand ku berpirsê di nava PKKê de Mehmed Gurbuz heye.

Ajansa “AA” a Tirkiyê belav kir, MÎTê 2 operasyonên taybet ên bi dronan li dijî çekdarên YPG û PKKê li Eyn Îsayê pêk anîne û di encamê de 5 çekdarên YPG û PKKê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku ew operasyon roja 16ê Îlonê hatine kirin û di nava kuştiyan de berpirsê PKKê yê li herêma Firatê Mehmed Gurbuz “Rojhat Karakoçan” heye.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Twittera xwe belav kir, li Geverê di şerê bi gerîlayên PKKê re, 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û çekdarekî din ê PKKê hatiye desteserkirin.

PKKê jî ragihand, di nava du rojên borî, wan 25 caran êrîşî hêzên Tirkiyê kirine û herî kêm 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Pustên heman beş