Serok Barzanî sersaxî li malbata Jîna Emînî kir

Serok Barzanî sersaxî li malbata Jîna Emînî kir

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de bi malbata Jîna Emînî re, sersaxî li malbata wan kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Îlona 2022an bi riya telefonê pêwendî bi malbata Jîna Emînî re kir û hevxemiya ji bo canjidestdana Jîna Emînî pê ragihand û hêviya sebir û aramiyê û cibicîbûna dadweriyê ji wan re xwast.”

Jîna Emînî (Mehsa Emînî) keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş