Li Diyarbekirê jinan kuştina Jîna Emînî bi çalakiyekê şermezar kir

Li Diyarbekirê jinan kuştina Jîna Emînî bi çalakiyekê şermezar kir

Li Diyarbekirê jinên endamên Platforma Jinan ya Dîcle Amedê (DAKAP) kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî bi çalakiyekê protesto kir. Jinan di daxuyaniyên xwe de bertek nîşanî rejîma Îranê dan û gotin; ji ber ku jinên kurd li hemberî rejîma Îranê serî nadanin her roj rastî sizayên giran tên.

Endamên DAKAP’ê, li Parka Hazal ya navçeya Yenîşehîrê kom bûn û bi dirûşm û belavokan kuştina Jîna Emînî protesto kirin. Di kongreya rojnamegerî de parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got; ew kuştina Jîna Emînî bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo jinên têkoşerên li dijî rejîma Îranê ne radigihînin.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê jinan hat ragihand, wiha hat gotin: “Li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûrî, Azerbeycan, Efxanistan, Pakistan û Ermenistanê her roj jin rastî destdirêjiyê û tundiyê tên.  Em ê li hemberî şer û rejîmên li dijî jinan li qadan bin û dê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Em ê cîvakeke demokratîk, azad, ekolojîk, azad û wekhev ava bikin.”

Jinan piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşm gotin û belav bûn.

Pustên heman beş