Li Sêrtê di navbera 2 gruban de şer derket: 9 kes birîndar bûn

Li Sêrtê di navbera 2 gruban de şer derket: 9 kes birîndar bûn

 Li bajarê Sêrtê yê bakûrê Kurdistanê di encama şerê bi kevir û daran yê di navbera 2 gruban de 9 kes birîndar bûn.

Nîqaşa di navbera du komên di rêya Aydinlar a taxa nû ya navendê ji ber sedemeke hîn nediyar, vegeriya şerê bi kevir û daran. Di şerê ku aliyan kursî avêtin hevdû de 9 kes birîndar bûn.

Piştî şer ku bi midaxileya polîs û şêniyên derdor bi zehmetî hat rawastandin, birîndar jî ji bo nexwaşxaneyên derdor hatin rakirin.

Polîs 4 kesên bi guman ku tevlî şer bibûn xistin binçavan. Hate zanîn ku kesên tevlî şer bûne li du gundên cîran ên navçeya Şîrvanê ne.

Pustên heman beş