HPGê û Tirkiyê amarên pevçûnan belav kirin

HPGê û Tirkiyê amarên pevçûnan belav kirin

Her yêk ji wezareta bergiriyê ya Tirkiyê û HPGê baskê leşkerî yê PKKê amarên pevçûnên xwe yên dawiyê belav kirin, li gorî PKKê 8 leşker û li gorî Tirkiyê yêk leşker hatiye kuştin.

HPGê di daxuyaniyekê de dibêje, li herêma Zapê, Xakûrkê û Amediyê di çalakiyên cuda de gêrîlayên wan 8 leşkerên Tirkiyê Kuştine. Herwiha Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê jî ragihand ku leşkerekî wan li herêma oparasyona Pençe Kilît ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

HPGê duh 21ê îlonê ragihandiye ku ji 18 Îlonê ve di çalakiyên cuda de li herêmên Zapê, Xakûrkê û Amêdiyê yên ku dikevin nav axa Herêma Kurdistanê wan 8 leşkerên Tikriyê kuştine.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê her jî ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya operasyona artêşa wî welatî ya bi navê “Pençe-Kilîd” de çawişekî pispor ê bi navê Muhammed Karaçam hatiye kuştin û du leşkerên wan jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên şer belav dikin, her yêk dibêj me ewqas kuştine, lê belê her du alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev di meşînin û yê ku zirara rastîn ya şer dibîne, tenê gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş