Berxwedana Saxte ev du keçên Kurd jî wenda kirin

Berxwedana Saxte ev du keçên Kurd jî wenda kirin

Rêxistina PKKê nasnameya 5 keç û xurtên Kurd eşkere kir ku 101 rojan berê di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirine.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja çarşemê 21\9\2022ê nasnameya 5 çekdarên xwe eşkere kir ku li 22 xizîrana îsalê li Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û paş derbasbûna pêtirî 100 rojan ji nû ve hatiye û mirina wan îlan kiriye.

Du ji wan 5 çekdarên PKKê nasnameya wan eşker kirî keçin û hêjan di temeneke herî biçûk de ne.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komîn zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, piranî jê li salên berê di berxwedana xwe ya saxte de dane kuştin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike.

Pustên heman beş