“Darka Mazî” pîlaneke îstixbarata Îraqê û PKK’ê eşkere dike

"Darka Mazî" pîlaneke îstixbarata Îraqê û PKK’ê eşkere dike

Îstixbarata Îraqê û rêxistina PKK’ê, lihevhatineke jêr bi jêr derbarê Şengalê kirine û li rojên pêş me civînek di nêvbera herdu aliyan û heşda şebî de, wê were encam dayîn.

Pêgeha “Darka Mazî” ji çavkaniyên xwe yên taybet li Şengalê hîn bû ku li roja 22 tebaxa îsal 2022ê, Umer Salih ‌hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdîyan PADÊ ya girêdayî PKK’ê, bi Eqîd Muzahim Şemerî birêvebirê beşa rojava Neynewayê ya îstixbarata Îraqê civîyaye.

Di civînê de, eqîd Muzahim derbarê rewşa Şengalê axvî ye û biryar girtiye ku li rojên pêş me, hêzên çekdar yên li Şengalê weke “Artêş, Heşda Şebî, polîs û çekdarên YBŞê” bi hevre civîneke berfereh saz bikin û wêne û dîmenên civînê li medyayê parve bikin ji bo ku ji gel re xweya bibe ku tu grift li nêvbera van hêzan de tune û pêwendiyên wan li astekî herî başin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, rewşa niha ya rojava Kurdistanê di civînê de hat bibîranîn û birêveberê beşa rojava Neynewa ya îstixbarata Îraqê eqîd Muzhim Şemerî ji Umer Îbrahîm serokê PADÊ pirsî ye heger alozî dijwar bûn û pêleke koçberiyê ber bi Şengalê hat hûnê çi bikin?, di bersivê de Umer Îbrahîm go ku heya niha tiştekî wusa li holê tune, lê heger qewimî û koçber werin, emê xizmetê ji wan re bikin.

Li gorî çavkaniyên “Darka Mazî”, eqîd Muzahim Şemerî bacek ji Umer Îbrahîm re çêkir ji bo ku serrast li zalgeh û nuqteyên artêşa Îraqê hatin û çûnê bike û neyê asteng kirin.

Paş civînê û li heman rojê wate li 22 Tebaxa 2022ê, Umer Salih, bi alîkariya îstixbarata Îraqê şandeke rojnamevanên biyanî derbasî şengalê kirine, ew rojnamevan ji bo sazkirina belge filîmekê derbarê jenosîda kurdên êzdî berê xwe dabûne Şengalê.

Pustên heman beş