Mirov çawa ji helbestvanekî kujer biafirîne?

Mirov çawa ji helbestvanekî kujer biafirîne?

Mahir Hesen

Destpêkê de ez ê Cemîle Merkît bidim nasîn , ew yekemîn jina ku di nava PKKê de bi şêweyekî hovane hate kuştin “tasfiye kirin”. Ew jî, weke Kesîre Yildirim û Sakîne Cansiz ji damezrînerê PKKê bû. Cemîle Merkît, xwişka Yildirim Merkît e, ku ji sazkarên PKKê ye û di sala 1994an de li Romanya ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Cemîle Merkit jî di nava PKK’ê de serkirdeyek pir gewre bû, di heman demê de mamoste bû.  Li ser daxwaza rêxistinê di sala 1978’an de bi endamê PKK’ê Elî Heyder Kaytan re zewicî.

Ji damezrînerên rêxistinê Cemîle MERKÎT bi biryara rêxistinê bi Elî Heyder Kaytan re zewicî, ​​ducanî bû, lê PKK nerazî bû ku jin ducanî bibin û 6 mehî zarok jiberkirin. Heta dibêjin, “Dema ku zarok jiber kirin, Elî Heyder zarok revand û avêt sobeya vêxistî û ew zarok şewtand.”  Dema ku Zaroka SEHER jiber kirin, nasnameya rastî ya PKK û a Ebdulleh Ocelan nas kir û helwest nîşan da, digot “Di nava partiyê de dîktatoriya yek zilamî tê avakirin.” lê rêxistina PKKê Seher wekî xayîn ragihandin û di sala 1982’an de li lubnanê hat Terrorkirin (Piştî kongereya PKKê a duyemîn di sala 1982an de), Piştre birayê wê Yildirim Merkit û bavê wê jî ji aliyê rêxistinê ve hatin Terrorkirin.

Meriv çawa ji helbestvanekî kujer biafirîne?  Ger hûn bixwazin bersiva xweş nas bikin, bi baweriya min divê mirov Elî Heyder Kaytan nas bike?

Elî Keyder kî ye:

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, endamê damezrîner ê PKK’ê ye.
Elî  ku li Tunceliyê ji dayik bû, piştî Buyera 12’ê Îlonê reviya derve û li herêma kurdistana Iraqê fermandariya yek ji kampên perwerdehiyê yên PKK’ê kir.
Piştre ji bo komîteya navendî ya PKK’ê hate hilbijartin.

Ew kesek pir hestiyar bû.  Dema ku ew aciz dibû digiriya.  Ew ne hişk bû, bi rastî jî hestiyar bû. Elî helbestvanekî bi hestnazik bû.  Dema hevalê wî Hakî Karar di sala 1977’an de li Dîlokê hat jiyana xwe ji dest da helbesta xwe ya binavûdeng “Ez mirov bûm” nivîsî.

Bi Cemîle Merkît a bi Sernavê “Seher” ku bi biryara rêxistinê pê re zewicî.

Weku me diyar kir Elî Heyder zaroka xwe kuşt, heger mirovekî helbestvan zaroka xwe ya bişewitîne, ew êdî ne mirov e.  Tê wê wateyê ku PKK helbestvanek kuşt û mirovekî kujer afirand.  Elî Heyder dizane ku dema hestê wî yê hundirîn hat kuştin çiqas êş kişand!  Paşê hat halekî wisa ku;  Nikaribû li ser hevjin û zaroka xwe jî bigirî.  Hemû keştiyên xwe şewitandin, çû Koletiya Ocelan kir.  Lê her Ebdulleh Ocelan jê nerazî bû, û vê yekê di hevpeyvîna xwe a di gel Melhem di pirtûka heft roj di gel ocelan dide diyar kirin( di rûpela 91an de wisa dibêje ku Elî di gel hevjina wî a xayîn bi kesîra re hevkar bû ) lê elî dîsa li ser ekranên televîzyonê bi sedê caran got ku Ocelan pêxemberek e.

Piştre Elî Heyder Kaytan wekî nûnerê rêxistinê şandin Ewropayê.Di sala 1988an de li Almanyaya Rojava hat girtin.Piştî ku di sala 1994’an de serbest hat berdan, ji bo rêveberiya rêxistinê hate vegerandin.
Ji 28ê Cotmeha 2015an vir ve di lîsta sor a “terorîstên herî zêde tên lêgerîn” de ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirkiyeyê ve hatiye weşandin digire.

Elî Heyder Keytan di 19.09.2019an de, di encama êrişa balafirên Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê hat kuştin, lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û PKK jî ev mijar veşartin û nûçeya kuştina wî belav nekirine!

Pustên heman beş