Îro careke din topxaneya komara Îslamî ya Îranê navçeyên nahiya Sîdekanê yên sînorî topbaran dike.
Îro roja duşemî 26\9\2022ê danê sibê topxaneya Îranê, careke din çiyayên Berzîn û Seqer û zozanên Hornê da ber topan.
Çavkanyên xwecîhî eşkere kirin, cotkar û koçerên li wê deverê ji ber tirsa topbaranê, ew dever bi cih hîştin.
Diyar jî kirin, topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên devera Biradost li sînorê nahiya Sîdekanê bi giranî berdewam e û di du rojên borî de gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.