Ciwanên di lîstika li Diyarbekirê de ala Kurdistanê bilind kiribûn hatin binçavkirin

Ciwanên di lîstika li Diyarbekirê de ala Kurdistanê bilind kiribûn hatin binçavkirin

Endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) yên ku di lîstika Amedspor – Bursasporê de ala Kurdistanê vekiribûn hatin binçavkirin.

Şeva borî di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Diyarbekirê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama (2 – 0) bi ser ket, hin alîgirên Amedsporê bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi gotina “Bijî Kurdistan” piştgirî dan tîma xwe.

Ev yek di medyaya civakî de deng veda û hat zanîn hêzên asayîşa Diyarbekir ew kes binçav kirine.

Hat ragihandin, îro 7 kes hatine binçavkirin, beşek binçavkiriyan ji malê hatine birin, beşek jî bi telefonê bo asayîşê hatine xwastin.

Pustên heman beş