Di Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de kurdên Bakurê Kurdistanê bi serbilindî referandûmê bi bîr tînin û aliyên ku referandûmê wek şoreşekê bi bîr tînin hene û nivîskar jî balê dikşînin ser rola Serok Barzanî ya di referandûmê de ku li hember fişarên hundir û derve xwe neçemand.
5 sal di ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn. Di 25ê Îlona 2017an de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi dengê %92.7 hat erêkirin. Ev yek di nava kurdên seranserê cîhanê de bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin.
Li Bakurê Kurdistanê jî gelek kes bo beşdariya referandûmê çûbûn Başûrê Kurdistanê ku wê rojê wek rojeke dîrokî û neteweyî ya dîroka Kurdistanê pênase dikin.
Siyasetmedar Mihemed Emîn Xerxurî ji K24ê re ragihand: “Ez gelek kêfxweş im ku di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de beşdar bûm û min dengê xwe bi kar anî. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê şoreşek bû ji bo Kurdistanê. Wek Şoreşa Îlon û Gulanê girîng bû.”
Di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ji bo ku referandûm neyê encamdan gelek hewil hatin dayîn lê tevî hemû fişaran referandûm hat li darxistin. Nivîskarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin girîng bû ku Serok Barzanî hember fişaran helwestek bibiryar nîşan da.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re diyar kir: “Referandûm bû tapoya Kurdistanê ji bo hemû kurdan. Bi ya min tiştê derketî pêş helwesta Serok Barzanî bû ku hember fişarên hundir û derve serî netewand û bi ya xwe kir. Divê ev helwesta Serok Barzanî ji bo hemû kurdan bibe xeta esasî.”
Şîrovekarên Bakurê Kurdistanê balê dikşînin ser wê yekê ku rolekeke girîng a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ew bû ku karî gelek kurdên xwedî îdeolojiyên dijberî hev bîne cem hev.
Nivîskarên Bakurê Kurdistanê dibêjin dema referandûmê de navbera partî û rêxistinên kurdan de nakokî hebûn lê wan nakokiyan nekarîn hember bayê daxwaza serxwebûnê ber xwe bidin û bang tê kirin ku bila hemû kurd xwedî li referandûmê derbikevin.