Serokên baroyên Tirkiye û Bakur ji bo doza Tahir Elçî li Diyarbekirê kom dibin

Serokên baroyên Tirkiye û Bakur ji bo doza Tahir Elçî li Diyarbekirê kom dibin

 Li Diyarbekirê bi bedşariya Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) derbarê doza kuştina Tahir Elçî de çalakiyeke birêve diçe.

Li ser banga Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mafên Mirovan ya Tahir Elçî dê Serokê TTBê û hejmareke serok û endamên Baroyên Bakur û Tirkiyeyê li ber Dadgeha Diyarbekirê kom bibin û bi kongreyeke rojnamegerî helwesta şandeya dadgehê rexne bikin.

Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mafên Mirovan ya Tahir Elçî, bertekan nîşanî helwesta Dadgeha10emîn ya Sizayê Giran aa Diyarbekirê didin û radigihînin; nayê xwestin ku doza kuştina Tahir Elçî bê ronîkirin.

Di 19ê Îlonê de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran bêyî agahdarkirina parêzeran biryara agahdarkirina Serokwezîrê Berê Ehmed Davutoglu ya derbarê kuştina Elçî de betal kir. Ehmed Davutoglu di serdaneke xwe ya Diyarbekirê de gotibû; “Kuştina Tahir Elçî kuştineke siyasî ye.” Malbat û parêzerên Tahir Elçî daxwaz kiribûn ku serokwezîrê wê demê Ehmed Davutoglu di dadgehê de bê guhdarkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an, di dema daxuyaniyeke li dijî şer û aloziyên nav bajêr de hatibû kuştin. Piştî kuştina Elçî 4 sal û 6 meh din îdîaname hatibû vekirin.

Pustên heman beş