Lêkolerê Elmanî yê çekê kîmyayî li Hirorê û derewa PKKê

jan-van-akene-kani-masi-hirore-pkk

Rêxistina PKKê weke hertim, îro jî hinek derew parvekirin û di medyaya xwe de got ku “lêkolerên Ewropî yên ji bo teqîba bikaranîna çeka kîmyayî ji hêla dewleta Tirk ve hatine Kanî Masê, ji hêla PDKê ve rê li ber wan hatiye girtin”.

Çend rojan berê, du lêkolerên çekê kîmyayî “Jan Van Akene” yê Elmanî û “Josef Savarî” yê ji Swîsrayê, ji boy komkirina hinek zanyariyan derbarê çekê kîmyayî yê li ser dema rejîma Sedam li Başûrê Kurdistanê hatiye bikaranîn, weke kes ango bi awayekî nefermî serdana Başûrê Kurdistanê kirine, lêbelê rêxistina PKKê hatina van du lêkoleran weke fersendekî ji xwe re dît ji bo ku hinek derewan bi navê wan bike û bi rya wan êrîşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Rêxistina PKKê bi navê lêkoleran belav kir ku wan dixwest derbasî navçeya Kanî Masê û gundê Hirorê bibin ji boy teqîba bikaranîna çekê kîmyayî ji hêla dewleta Tirk ve, lê belê ji hêla qaîmqamê Amêdiyê ve rê li ber wan hatiye girtin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” derbarê hatina lêkoleran bo Kanî Masê eşkere kirin, ji ber ku wan dixwest derbasî navçeyeke xeter bibin, hemwext tu destûrên fermî yên hikûmetê pêre nebûn, rê bi wan nehat dayîn ew derbas bibin.

Herwiha destnîşan kirin, sedema sereke ya pêşî girtina li ber lêkoleran bo derbasbûna Kanî Masê û Hirorê selametiya wan bû, ji ber ku navçeyên ku wan dixwest bikevnê, dewam ji hêla dewleta Tirk ve tên bombebaran kirin, loma ji bo ku xeterî nekeve ser jiyana wan, rê li ber wan hatiye girtin.

Lêkolerên Elmanî û Siwîsrî, her wiha serdana ofîsa Silêmaniyê ya parlmentoya Kurdistanê kirin û li wir armanca serdana xwe ya ji bo başûrê Kurdistanê eşkere kirin û gotin ku wan serdana monomênta Enfalê ya li Çemçemalê kirine, hemwext bikaranîna çekê kîmyayî yê serdema rejîma Sedam li ofîsa parlmentoyê nîqaş kirine.

Piştire di kongireyeka rojnamevanî da wan axivî û derewa ku PKKê bi navê wan kirî, îfşa kirin, wan tu behis li serdana Kanî Masê û pêşî girtina li xwe nekir.

Rêxistina PKKê di xwest bi rya van du lêkolerên Ewropî, êrîşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, lê weke hertim derewan wan dewam nekir û her di zû de îfşa bû.

Pustên heman beş