Di bûyereke çûnûhatinê li ser riya Derbendîxan – Zerayen de, 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
îro danê sibê, li ser riya Derbendîxan – Zerayen otomobîleke Pêşmergeyan û barhilgirekê li hevdu ketin û di encamê de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
Ew Pêşmergeyên canê xwe ji dest dane ser bi Lîwaya Pênc ve ne û dema ji erkê xwe vedigeran malê, bûyera çûnûhatinê rû daye.