Li Kurdistanê em amadene hemahengiyê li gel hikûmeta Îranê bikin!

Li Kurdistanê em amadene hemahengiyê li gel hikûmeta Îranê bikin!

Serokê PJAKê Siyamend Moeyînî ji medyayên ser bi PKKê re daxuyakirin ku, eger rewşa Îranê xirab bibe ew amadene li gel rejima Îranê hevkariyê bikin. Moeyînî got: “Eger rewşa Îranê xirab bibe, PKK amade ye bi hemahengî ligel hikûmeta Îranê bajarên Kurdistanê biparêze û rê nede hêzên têkder bixin bin kontrola xwe.”

Bê guman li ser vê daxûyaniya serokê PJAKê gelek nirxandinên cuda têne kirin. Moeyinî rastiya siyaseta PKKê gotiye û eve çendê salana li rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina rejima Îranê li dijê tevgera Kurd tevdigerin. Lê mixabin kesek û taybetî partiyên rojhilatê Kurdistanê gelekî vê pirsgirêkê ji bo ”kûr nebûna” alozî û nakokîyan naînin rojevê.

Duh û îro PKK li rojavayê Kurdistanê çi kiribin dê heman tiştê li rojhilatê Kurdistanê jî bikin.Çewe wan rejima esad parast dê bi heman siyasetê rejima melayên Îranê jî biparêzin. Yanî rewşa ENKSê li rojavayê Kurdistanê çibe, dê rewşa tevgera Kurdî li rojhilat bibe  heman tişt.

Li başûrê Kurdistanê mil didin milê Heşda şeibî li deverên wek Şingalê li dijê PDKê û tevgera netewî tevdigerin. Berjewendiyên hikûmeta Bexdayê diparêzin û rêdigrin ku Şingal tevlî herêma Kurdistanê bibe.

Ji bo vê yekê li rojhilatê Kurdistanê heman tiştê dê bike û dike jî.

Niha di hinek deveran de welê didin xuyakirin ku, bi xwepêşandana kuştina Jina Emînî şermezar dikin, lê  gelek bi hesasî dema vê yekê jî dikin ,di bin de rejîmê diparêzin.

PKK û berpirsên PKKê armanca siyaseta PKKê vekirî didin kifşkirin, lê mixabin ji bo nakokiyên di nava hêzên siyasî de xelkek naxwaze vê yekê bibîne. Her aliyek hewldide li dijê aliyek din PKKê wek qertekî bi karbîne. Lê ew aliyên vê yekê dikin xwe dixapînin û dikevin kemîna siyaseta PKKê ya di xizmeta dijmin de.

Eger ji îro ve partî û aliyên siyasî li rojhilatê Kurdistanê vê yekê nebînin û li gora vê jî hinek tedbîran nestînin û nebin xwedî helwestek zelal,dê pêşerojê de êşa vê yekê bikşînin.

PKK li dijî hemû cureyên destkevtiyên netewî tevdigere, lê mixabin vê yekê bi navê netewetiyê,bi navê Kurdeyatiyê dike. Bi vê yekê li hemî deverekî dibe tehdita herî mezin li ser destxistina mafên netewî yê Kurda.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş