Topxaneya Îranê 12 roj in li ser hev, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li qezaya Sîdekanê dide ber topan.
Îro roja çarşemî 5\10\2022ê careke din topxaneya Îranê zozanên Berbizîn û geliyê Zerê li qezaya Sîdekanê topbaran dike.
Îro 12 roj in bi berdewamî zozanên Berbizîn û gundên ser bi Nahiya Sîdekanê, ji aliyê topxaneya Îranê ve tên topbarankirin.
Her wiha Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya 73 mûşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.