-Gelo dawiya rejîma faşîst a Îranê nêz e?
Di nava du hefteyên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê û hemû bajarên din ên Îranê raperîna gel dest pê kir, eger îro jî nebûya, wê di dema pêş de ev serhildan biqewimîya. Ji ber ku rejîma faşîst a Meleyan rejîma herî hov a li cîhanê ye, ku di dinyayê de piştevanê herî mezin ê teror û kuştinê ye. Her sal li Rojhilatê Kurdistanê gel di bin zilmek mezin de dijî. Kurd tên darvekirin û komkuj kirin. Dewleta Îranê hemû rêgezên mirovahî binpê kiriye û li dijî neteweyên din ên wekî Kurd, Belûç û Ereb ên Ehawzê jenosîdê pêk tîne. Şehîdbûna Jîna Emîn bû destpêka teqînek mezin li Îranê.
Îran niha li ber hilweşînê ye, serhildana gel jî wê berfireh tir bibe. Dema ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana girseyî pêk hat, Îran yekser ket tengasîyê de û komkujî li dijî xwepêşanderan pêk anî. Wisa nesekinî, lê herêmên sînor ên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de jî bombebaran kir. Îran her ku dikeve tengasîyê de, yekser herêmên sînor ên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike.
Di van çend rojên derbasbûyî de rejîma hovane ya Îranê bi rokêt û dronan êrîşî ser navendên Hizba Demokrat a Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Komele kir û di encamê de komek pêşmergeyên leheng, kadro û endamên wan partiyan şehîd bûn. Lê ya herî trajedî jî şehîdbûna Reyhane Kenaanî ya ducanî bû! Zarokê wê Wanyar Rehmanî hate rizgarkirin lê piştî çend saetan vegeriya hembêza dayika xwe û Wanyar jî şehîd ket. Vê trajedîyê nîşan da ku Kurd di sala 2022an de hê jî di nava trajedîyayê de dijîn . Mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê li hemberî van êrîşên terorîstî bêdeng in! Lê belê ya girîng ew e ku serhildan hin bêhtir dewam dike û berfireh dibe. Rewş jî vê yekê nîşan dide ku rejîm tê hilweşandin û divê hêzên Kurd xwe ji her îhtîmaleke pêşerojê re amade bikin.
-Îsmail Qaanî li Qendîlê, Cemil Bayik li Ûrmiye
Di destpêka bûyerên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de tevahiya hêzên Kurdistanî daxuyanî belav kirin û têde piştgîriya xwe bo xwepêşanderan diyar kirin. Navenda hevkariya partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî çavdêriya rewşê dikin û daxwaza gireva giştî dikin. Lê ne PKK’ê û ne jî PJAK deng ji wan derneket, ev jî normal e û ne ecêb e. Ji ber ku heta îro jî PKK beşeke ji eniya berevanîyê(Mîhwera Miqawmet) û hêzên wê yên çekdar jî beşek in ji artêşa Qudsê Pasdaran. PJAK’ê zêdeyî 10 sal in fîşekek li hemberî rejîma Îranê neteqandîye. Di navbera wan de agirbesteke fermî heye.
Gerîlayên PJAK’ê li (Şaho, Hewraman, Kosalan) û gerîlayên PKK’ê jî li (Selmas, Xoy, Mako) bi azadî tên û diçin, li ber çavê artêşa Pasdaran gumrikê datînin û bacê ji kolberan dîstinin. Li Qendîlê qereqola artêşa Pasdaran û qereqolên PKK’ê 10 metre dûrî hev in. Daxuyaniyên rêveberên PKK’ê hertim ji bo berjewendiya Îranê û li dijî gelê Kurd bûne. Murad Karayilan di televzîzyona PKKê de got: (Têkoşîna çekdarî ya li dijî Îranê, xizmetê ji Erdogan Û Erebîstana Siûdî re dike). Lewma û ji ber vê yekê ye ku Îran piştgirîyê dide PKK’ê ku li dijî hemû hêzên ku dixwazin Îranê tune bikin, şer bike. Divê hêzên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê vê rastiyê baş fêm bikin, ku PKK û şaxên wê divê di pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê de tune bin. Rojavayê Kurdistanê jî mînaka herî zindî ye. Li ku derê PKK hebe, xwîn, kuştin, terror û tesfiye li wir serdest e.
-Daxuyaniya derewîn û xwelî kirine çavê xelkê
Di van salên dawî de tu kes bi qasî qaşo rewşenbîr û akademîsyen ên serbixwe zirar nedane doza Kurdistanê. Îro li Rojhilatê Kurdistanê Kurd li dijî rejîma herî hov a cîhanê têdikoşin. Rejîma faşîst a Îranê salane bi sedan Kurd darve dike, jin, mêr, ciwan, kal û pîran qetil dike. PJAK ku baskê Rojhilatê Kurdistanê ya PKKê ye, sînoran ji bo rejîma faşîsta îranê diparêze. Ev banga bi îdîaya Yekîtiya Neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê komek ji mamosteyên zanîngeh û akademîsyenan ve hatiye nivîsandin û belav kirin, di xalekê vê bangê de tê xwestin ku aliyên Rojhilatê Kurdistanê û PKKê hêzên xwe bikin yek. Ev xwelî kirine çavê xelkê ye û lîstikek xeternak e!
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî li ber çavê hemî dinyayê de wiha got: (Heke rewşa Îranê xerab bibe, PKK amade ye bi hevkarîya hukûmeta Îranê bajêrên kurdan biparêze û rê nede hêzên wêrankar û xerabkar têkevin nava wan bajêran de). Yê ku hinekî hişê wî/wê bixebite û alfabeya kurdî fêm bike, baş dizane ku Siyamend Muînî yê ku dibêje hêzên wêrankar û xerabkar qesda wî Hizba Demokrat, PAK, Komele û hêzên dinên Rojhilatê kurdistanê ye. Îcar li vir mafê me ye ku bipirsin, we li ser kîjan prensîpan ew bang nivîsandiye û dixwazin di nava bulavê de masîyan bigirin? PJAK îro şaxekî supayê Quds a Pasdaran e û sînorê ji bo rejîma Îranê diparêze. Qumara ku hûn dixwazin li ser xwîna Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bilizîn, karteke şewitî ya Apocîyên şermok e. Ji kerema xwe heqê xwîna şehîd (Qadir Kerîmî)yê ku di sala 2015an de ji aliyê çekdarên PKKê ve hat şehîdkirin bistînin û piştre jî bangeke wisa belav bikin. PKK hêzeke Tirkiyeye û tu eleqeya xwe bi pirsgirêka Kurd re nîne. Her hêz an jî partiyeke Kurd ku bi PKK’ê re li ser maseyê bicive û banga yekîtiya neteweyî bike, xiyanetê li neteweya Kurd dike.
-Medyaya PKKê, berdevkê dagirkerên Kurdistanê
Her bûyerek ku li Kurdistanê diqewime, erkê çapemeniyê ye ku bi prensîp û hişmendiyê kurdî bûyeran şirove bike. ji ber ku medya dikare rolek mezin di hişyarkirina xelkê de bibîne. Lê belê medya PKK’ê hertim li dijî kurdan bûye û li kêleka dijminan de cih girtiye. Dema mirov li medyaya PKK’ê dinere, fêm dike çawa MÎTa Tirkan û îstîxbarata Îranê, PKKê li dijî kurdan bi kar tînin. Zêdegavî nîne ku mirov bibêje çapemeniya herî bê exlaq û dij-Kurd ya dinyayê, çapemeniya PKK’ê ye. Tu carî rewşa kurdan li ber çavan negirtine, lê hertim dest û lingên dagîrkerên Kurdistanê bûne. Dema ku Îranê bi roket û dronan êrîşî navendên Hizba Demokrat, PAK, Komele kir, çapemeniya PKK’ê xwest vê mijarê tevlihev bike. (Ajansa Mezopotamya) û (Medya Haber) nûçeyeka derewîna tijî nefret weşandin ku qaşo Îranê bi agahdarîya hikûmeta herêmê ev êrîş pêk aniye û herêmên PDK’ê bombebaran kiriye. Lê piştî çend saatan çapemeniya fermî ya rejîma Îranê jî heman nûçe parve kir!
Ji ber vê yekê divê em li vir bipirsin:
-PKK’ê ev nûçe ji sazîya îstixbarata îranê(Îtlaat) wergirtiye yan ji sazîya îstixbarata îranê(Îtlaat) ev nûçe ji PKK’ê wergirtiye?
-kî ev nûçe çêkirye?
-Kî xwe li pişt van planan vedişêre ku dixwaze Kurdên Başûr û Rojhilat bike dijminê hev?
Di vir de em digihêjin vê rastiyê ku PKK bi xurtî di nava îstîxbarata Îranê de cih digire û gelek bi dilsozî xizmetê ji rejîma Îranê re dike. Pêşengên PKK’ê yên weke Cemîl Bayik, hertim weke fermandarekî Artêşa Qudsa Pasdaran li dijî gelê Kurd derdikevin û daxivin.
Divê gelê Kurdistanê bi taybetî yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelekî bi hişmendî tevbigerin. Rejîma Îranê bi rêya PKK’ê dixwaze xelkê bixapîne û bala cîhanê û Kurdistanê ya li ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê manîplasiyon bike. Çi îro be çi jî sibe wê rejîma Îranê hilweşe. Îcar di pêşerojê de PKK dê bibe cehşê kî? Em li bendê bin û bibînin. Dinya fireh e.
Dilovan Ali