Xaneqîn- Careka din kar ji bo bê çolkirina saziyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê tê kirin 

Xaneqîn- Careka din kar ji bo bê çolkirina saziyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê tê kirin 

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Diyalayê bang li hêzên polîs û asayîşa Xaneqînê kir ku di zûtirîn dem de navendên xwe vala bikin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, fermandeyê operasyonên hevbeş ên Diyalayê daxwaz ji hêzên polîs û asayîşa Herêma Kurdistanê kiriye ku di zûtirîn dem de navenda xwe li Xaneqînê vala bikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, navenda hêzên kurdî li Xaneqînê kêm bibûn û vekişiyan, lê piştre beşek ji wan vegeriyan, tevî ku êdî weke berê rola wan nemaye, lê navenda polîsê Xaneqînê ya girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

BasNewsê pêwendî bi parêzgarê Xaneqînê Dilêr Saya re kir, lê peyvendiyên wî bi dest neketin.

Ji aliyekî din ve, BasNewsê pêwendî bi rêveberê hatûçûna Xaneqînê (ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê) ve Heyder Wala kir û Wala got: “Li Xaneqînê tiştek bi destê me nehatiye ku ji me re bêjin vekişin. Tu rola me wek berê bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê nemaye, ji ber ku ji wê demê ve her çend karmendên me li Xaneqînê li ser kar in, lê nikarin ti şofêrekî ji ber binpêkirinan ceza bikin. Li Xaneqînê tenê 6 karmendên hikûmetê hene, karmendên me hene ku li ser cadeyan û karên xwe dikin, lê em nikarin ceza bidin şofêran.”

Li Xaneqînê çend ofîsên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, lê çendîn caran ew ofîs hatine daxistin.

Pustên heman beş